Türkan Tosun
21 Nîsan 2019•Rojanekirin: 21 Nîsan 2019
Li Srî Lankayê di dêr û otelan da bi tevahî 8 teqîn çêbûn û 185 kes mirin.
Li gor nûçeya rojnameya herêmî ya Daîly Mirrorê li dêra St. Anthony's a li Kochchikadeyê, li dêra St.Sebastian a Katanayê, li dêreke Battîcaloayê yên ku tê da merasimên Paskalyayê dihatin kirin û li otelên pênc stêrk ên Shangrî La, Cînnamon Grand û Kîngsburyê yên li paytext Colomboyê êrîş hatin kirin.
Di êrîşên dêr û otelan da 185 kes mirin û ji 500î zêdetir kes jî birîndar bûn.

Di çapemeniya Srî Lankayê da hat gotin di nav mirî û birîndaran da dibe ku turîst jî hebin.
Li gor agahiyên BBCyê yên ku wek çavkanî agahiyên ji nexweşxaneyan hatine hildan di nav miriyan da herî kêm 9 kesên biyanî hene.
Li gor nûçeya rojnameya Daily Newsê di êrîşan da ji 500î zêdetir kes birîndar bûn.
Rayedarekî nexwest navê wî bê eşkerekirin got wisa xuya dike ji van teqînan herî kêm du heb êrîşên xwekujiyê ne û hê tu kesî berpirsyariya êrîşan qebûl nekiriye.

Serokê Dewleta Srî Lankayê Maîthrîpala Sîrîsena daxuyand ew ji ber teqînan şaş û metel mane û bang kir ku bila her kes aram be.
Serokwezîrê Srî Lankayê Ranîl Wîckremesînghe daxuyand ew van êrîşên tirsonek bi xurt şermezar dike û wiha got: "Ez bangî hemû Srî Lankayiyan dikim, bila di vê heyama trajîk da li cem hevdu bisekinin û bihêz bin."
Wezîrê Darayîyê Mangala Samaraweera jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê teqînan da got ev teqînên bûn sedema kuştina gelek kesên bêguneh baş hatine plankirin û armanca wan anarşî û alozî ye.