STOCKHOLM
Wezîra Karên Derva ya Swêdê Margot Wallstromê diyar kir ku bombebarandina Tirkiyeyê ya li ser qampên PKKya rêxistina cihêxwaz rewşeke meşrû ye û mafê Tirkiyeyê heye ku xwe ji terorê biparêze.
Wallstromê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got hêviya wê ew e ku PKK demildest çekan dayne û dîsa dest bi mizakereyan bikin û wiha pê da çû: "Li dijî êrîşên terorê yên PKKyê ji bo parastina welêt bombebarandina Tirkiyeyê ya li ser qampên PKKyê wek tiştekî normal dibînim."
Wallstromê got wek hikûmeta Swêdê dibêjin ku divê PKK demildest dev ji çekan berde û wiha axivî: "Em dixwazin ku bira pêvajoya çareseriyê dîsa dest pê bike. Bi vî awayî Tirkiye û hêzên koalisyonê dikarin bi hemû hêzên xwe va li dijî DAEŞê organîze bibin û têkoşînê bidin."
Wallstromê got ku Tirkiye hevkariya xwe ya bi hêzên koalisyonê ra didomîne, hewa û balafirgehên xwe ji hêzên koalisyonê ra vekiriye û ew jî vê wek tiştekî erênî dinirxîne.
Wek mayîn Wallstromê got ji bo ku li ser sûcdarkirina êrmeniyan ya ji bo "komkujiyê" ya di bûyerên 1915an da komisyonek ava kirine ku gelo îdia rastin an rast nînin derxin holê.
Wezîra Karên Derva ya Swêdê got ku ew ê li gor rapora komisyona ku xebatên xwe didomîne û pêkanînin li welatên din netîceyekê bi dest bixin. Wallstromê eşkere kir ku ew ê encama ku bi dest bixin jî di demeke kin da bi raya gişkî ra pare vekin.
Di daxuyaniya hikûmeta Swêdê da hatibû diyarkirin ku biryara ku di sala 2010an da parlementoyê hildabû ya der heqê îdiayên êrmeniyan ên bûyerên 1915an da danîne kêlekekê û lijneyeke serbixwe li ser mijarê dixebite û ew ê li gor vê lêkolînê di nav tevgerê da bin.