Qesra Spî daxuyand ku serokê duyem yê DAEŞa rêxistina terorê Fadil Ahmet el-Hayalî hat kuştin.
Berdevkê Konseya Ewlehiya Neteweyî Ned Prîce daxuyaniya nivîskî da û ragihand, Hayaliyê ku wek "Haci Mutaz" jî tê zanîn di êrîşa esmanî ya Amerîkayê ya 18ê tebaxê da dema ku bi wesaîta xwe li nêzî Mûsilê seyahat dikir, hat kuştin.
Prîce got ku li cem Hayalî operatorê medyayê yê DAEŞê Abu Abdullah jî hebûye û daxuyand ku Hayalî alîkarê qidemdar ê serokê DAEŞê Ebu Bekir El-Baxdadî bû, çekên giran, teqemenî, wesaît û elemanên rêxistinê li Iraq û Sûriyeyê kordîne dikir.
Prîce daxuyand ku kuştina Hayalî wê tesîreke neyênî li ser operasyonên DAEŞê bike.