Haydar Şahin
30 Hezîran 2018•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2018
ANKARA
Ekber Turkanê şewirmendê Hesen Rûhaniyê Serokomarê Îranê got Bankeya Navendî kurê dolar di 4 hezar û 200 tumenî da sabît kir lêbelê derengî ket.
Turkan daxuyanî da Tenîma ajansa nîvfermî ya Îranê û reşa dowîzên li piyaseya welêt nirxand.
Turkan got biryara li ser kurên dowîzê ya hikûmetê di salên borî da hatibû pîlankirin û wiha got: "Bankeya Navendî biryara sabîtkirina kurên dowîzê derengî xist û bû sedema zêdebûna bihayê dowîzê."
Turkan got sepandin ji bo ku meriv pereyan bide ser hev nehat kirin, welatiyên Îranê mal û milkên xwe yên li Îranê difroşin û bi wî pereyî li Tirkiye, Gurcistan û Azerbaycanê dolar dikirin û dema dizvirin Îranê bi xwe ra tînin.
Turkan diyar kir ku îtxalatkar bi piştgiriya hikûmetê va amûran bi kura 4 hezar û 200 tumenî dikirin û li piyaseya serbest a welêt jî bi kura 8 hezar û 100 tumenê difroşin.