Abdullah Tel
29 Hezîran 2018•Rojanekirin: 30 Hezîran 2018
ANKARA/DERA
Hêzên rejimê û piştgirên wan di qadeke ji 320 kîlometre çargoşeyî da pêşva çûn.
Di operasyonên 9 rojên dawîn da nêzîkî sed sivîlî hatin kuştin.

Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed û piştgirên wî piştî Heleb, Xûtaya Rojhilat û Himsê niha jî ji bo bidestxistina Derayê ji 20ê Hezîranê vir ve êrîşî ser deverên sivîl dikin
Rejimê li Ceddal, Lubbeyn, Herran, Bursa Herîr, Melihat Atraş, Nahita, Reqîm, Sûra û Almayê kontrol bi dest xist.
Muxalif halê hazir 2 hezar û 215 kîlometre çargoşeyî kontrol dikin. Ev berî operasyonê 2 hezar û 532 bû.
Heta niha 150 hezar sivîlî koç kir û 97 sivîl jî hatin kuştin.