ERBÎL
Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salîh Muslim diyar kir kujeriya ku li ser Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yên Konseya Kurd a Bilind Îsa Hasso hat kirin, hêj nehatiye zelalkirin. Muslîm destnîşan kir ku ji bo zelalkirinê lêkolînên xwe didomînin.
Muslim der barê sûîqesta ku li Hasso hat kirin de daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Muslîm destnîşan kir ku ev bûyer gelek peyaman di nav xwe de dihewîne û dibe ku sûîqest ji aliyê xêrnexwazan ve hatibe kirin.
Kuştina Îsa Hasso piştî serdana Muslim a Tirkiyeyê qewimî. Muslim jî dixwaze ku ev sûîqest di demeke kurt dê bê çareserkirin û kujerê vê bûyerê bê dîtin.
Der barê serdana xwe ya Tirkiyê de jî Muslim got: "Em dixwazin bi her kesî re guftûgoyê bikin. Ev ê bi kêrî me hemûyan bê.
Muslim ji bo îdiayên ku dê biçe Îranê jî got: "Niha tiştekî wisa tuneye, lê bê guman em dixwazin bi hemû welatên derdorê re guftûgoyên baş bikin."
Di 30yê tîrmehê de li Qamişloyê sûîqest li ser Îsa Hasso hatibû kirin.