SILÊMANIYE
Parlementerê parlementoya Iraqê yê Partiya Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Mûsena Emîn, îfadeya Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ya ji bo hikûmeta Iraqê gotibû "top avêtiye" rexne kir.
Emîn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Nêçîrvan Barzanî, dema ku ji ziyareta xwe ya dawîn a Iraqê vegeriya got ku qurişek pereyê hikûmeta navendî ya Iraqê tuneye û bi welatekî ku top avêtiye re peyman çêkirine. Lê ev daxuyaniyeke rast û di cih de nîne. Pereyê Iraqê heye û ji ber ku bihayê neftê daket û bi DÎŞIya rêxistina terorê re têdikoşe jî niha li welêt qeyrana darayî heye. Ji xeynî vê jî di dema Serokwezîriya Malikî de jî gelek gendelî hatin kirin. Bi vî awayî qaseyên welêt hatin valakirin. Telafîkirina van tiştan pir hêsan nîne."
Emîn destnîşan kir qeyrana ku Iraq niha tê de ye ji bo jê xilas bibe hewcedariya her du aliyan jî bi hev heye û heke peymana neftê ya di navbera Hewlêr-Bexdayê de hat îmzekirin jî perçe bibe wê demê têkoşîna li dijî terorê jî nameşe û ev yek jî herî zêde wê bi kêrî DÎŞIyê bê.
Parlementer Emîn Mûsena îdia kir ku "stratejiyeke aşîkar" a rêveberiya Hewlêrê tuneye û wiha pê de çû: "Divê meriv rast be. Li gor min Hewlêr li hemberî Bexdayê bi stratejiyeke aşîkar û ji dil tevnagere. Em parlementerên kurd ên ku di Parlementoya Iraqê de dema ku bi Serokwezîr Barzanî û wezîran re tên bal hev ji wan re dibêjin 'Heta ji destê me tê em ji bo Bexdayê nebin sedema pirsgirêkan. Lewra ev ji bo wan dibe firsend û li hemberî me bi hêztir dibin."
Parlementerê parlementoya Iraqê yê Tevgera Goranê (Goran) Hoşyar Ebdullah got: "Heke Serokwezîrê Parlementoya Iraqê Heyder el-Îbadî ji budçeyê para herêma Kurdistanê şandibûya wê demê di navbera her du aliyan de jihevbawerkirin wê bi cih bibûya. Ez nikarim bibêjim Îbadî û Nûrî Malikî ji hev pir dûr in. Îbadî bi tenê li hemberî vê yekê bêdeng dimîne û siyaseta kabîneya berê didomîne. Ev jî nîşaneya talukeyeke pir mezin e."
Rêveberiyên Bexda û Hewlêrê piştî hevdîtinên dûr û dirêj di 2yê çileya pêşîn a 2014an de li ser meseleya neftşandin û parvekirina para butçeyê li hev kiribûn. Aliyê kurd li ser sozê xwe sekinî û ji ser Şirketa Nefta Neteweyî ya Iraqê (SOMO) neftê îxrac kir lê para wê ya ji budçeyê nehat dayîn. Li ser vê jî Nêçîrvan Barzanî di 15ê sibatê de Iraqê ziyaret kir û got ku rayedarên Iraqî jê re gotine 'pereyê me tuneye.' Barzanî gotibû: "Di serdana xwe ya dawîn de me dît ku li Bexdayê pere tuneye. Me bi welatekî ku top avêtiye re peyman çêkiriye." Serokê HKIyê Mesûd Barzanî jî diyar kiribû ku heta niha 16 milyar dolar deynê hikûmeta navendî ji Herêma Kurdistanê re heye. Lazim e ku Bexda ji budçeya xwe her meh milyar dolarek pere ji Hewlêrê re bişîne.