19 Gulan 2016•Rojanekirin: 20 Gulan 2016
QAHIRE
Hat ragihandin ku xeber ji teyareya rêwiya ya Rêhewaya Misrê ya ku ji Parîsê diçû Qahireyê hat birîn.
Di daxuyaniya Rêhewaya Misrê da hat diyarkirin ku teyareya bi hejmara serefa MS804 a bi tîpa Aîrbus A320î li gor saeta herêmî di saet 23.09an da ji Balafirgeha Parîs Charles de Gaulle rabû.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li gor saeta herêmî ya Qahireyê teyare di saet 02.45an da ji aliyê Behra Sipî ra kete nav sînorê hewayê yê Misrê paşê xeber jê hat birîn.
Hat ragihandin ku di teyareyê da 59ê wan rêwî û 7ên wan miretebat bi tevahî 66 kes hebûn, pîlotê teyareyê tu bangeke acil nekir.