19 Gulan 2016•Rojanekirin: 19 Gulan 2016
ANKARA
Pisporên ku peymana siyasî ya di navbera nûnerên Tevgera Goran (Guherîn) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) da ku rojek berê hat îmzekirin nirxandin, destnîşan dikin ku ev peyman ji bo geşedanên di pêşerojê da destpêkek e.
Hîndekarê Zanîngeha Ahî Evranê Doç. Dr. Serhat Erkmen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku YNK û Goran li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi vê yekîtiyê gaveke mezin avêtin û wiha got: "Di nav hemû partiyan da hêzên cuda hene. Heger ev peymana siyasî pêk were divê em li parlementoyê binihêrin ku wê encameke çawa derkeve. Heger ev peyman pêk were pêşiyê wê bixwazin di mijara serokatiyê da daxwaza PDKyê asteng bikin. Wek mayîn dixwazin dema wezîfeya Mesûd Barzanî biqedînin û beriya hilbijartinên parlementoyê hilbijartina serokatiyê ku dereng maye bikin."
Erkmen diyar kir ku divê ev peyman wek guherîna nav Goranê neyê dîtin û wiha got: "Beriya her tiştî li bakurê Iraqê li dijî PDKyê dixwazin dengeya siyasî çêkin û desthilatdariyê ji dest bigirin. Jixwe Goran ji nav YNKyê derket. Demekê piştî ku hikûmet ava bû wekî nêzî PDKyê xuya kir û bi taybetî jî piştî qeyrana aboriyê dest bi mixalefetê kir."
Erkmen diyar kir ku li ser siyaseta kurdên Herêma Kurdistana Iraqê tesîra dewletên wek DYA, Tirkiye û Îranê ye heye û wiha got: "Bi taybetî piştî ku DAEŞ derket di navbera Tirkiye û Îranê da li ser siyaseta bakurê Iraqê reqabet çêbû."
Erkmen diyar kir ku yekîtiya YNK û Goranê li herêmê destê Îranê xurt dike û got ku ji hêla Tirkiyeyê va jî wek dengeyek meriv dikare bibîne.
Erkmen wiha xeberda: "Di pêşerojê da dibe ku di siyaseta bakurê Iraqê da guherîn çêbin. Ez wek îhtimal dibêjim, lewra pêkhatina peymanê hêsan nîne."
Di meclisa Herêma Kurdistana Iraqê 18 parlementerên YNKyê hene û ji 2007an vir va jî bi PDKyê ra hevkariya wê ya stratejîk heye. Herdu teref ji ber ku îsal bi awayekî fiîlî hevkarî ji holê rabû anîn rojevê ku cardin li ser vê hevakriyê xeber bidin.
Di meclisê da 24 parlementerên Goranê hene û li herêmê serkêşiya mixalefetê dike û di têkiliyên wê yên bi PDKyê ra rageşî derketin. PDK bi taybetî li derdora Silêmaniyeyê ji ber ku avahiyên partiyê hatin şewitandin û çalakî hatin kirin, ji ber bêîstiqarariya siyasî Goranê sûcdar dike.
Di cotmeha 2015an da di navbera PDK û Goranê da ji ber dema seroktiya Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî ragêşî derketibû û avahiyên PDKê yên li Silêmaniyê hatibûn şewitandin li ser vê jî destûr nehatibû dayîn ku Serokê Meclisê Yusiv Mihemedê ji Goranê derbasî Hewlêrê bibe û wezîrên ji Goranê bi destê PDKê ji wezîfeyê hatibûn hildan. Ji bo nomalizekirina rewşa siyasî ya li herêmê herdu aliyan gelek caran civîn kiribûn û encamek nehatibû bidestxistin.
Xaleke di peymana navbera YNK û Goranê da jî balê dikişîne ser sedema rastî ya vê ragêşiyê. Li gor peymanê YNK û Goran li hev dikin ku şeklê îdarekirina herêmê sîstema parlementeriyê ye û serokê herêmê jî bi destê meclisê bê hilbijartin. Lê belê PDK dixwaze ku bir gel serokê herêmê hilbijêre. Bi vê peymanê va derkete holê ku di mijara hilbijartina serokê herêmê da YNK jî aliyê Goranê dike û li dijî fikra PDKê ye.
Goran û YNK li Silêmanî û dorberê ya ku wek herêma Soran tê zanîn hêzdar in. PDK jî li Hewlêrê kurmancî lê tê axaftin û Dihoka herêma Behdînan hêzdar e.
- Goran hewl dide ku xêza xwe zêde bike"
Lêkolînerê ORSAMê Bîlgay Duman diyar kir ku di vê peymanê da mijara sereke bi destê meclisê hilbijartina serokê herêmê ye. Di peymanê da xalek jî heye ku dibêje herdu partî di hilbijartina parlementoya herêmê, parlementoya Iraqê û hilbijartiêna herêmî da ew ê bi hev ra têkevin hilbijartinê. Ev jî tê meneyê ku bingeha YNK û Goranê dîsa tên ba hev.
Duman diyar kir ku di hilbijartina herêmî ya dawîn da Goranê ji YNKê zêdetir rey sitand û wiha got:
"Hatina ba hevdu ya wan tê wê meneyê ku Goran dîsa tê rêza xwe ya berê. Goranê dît ku di hilbijartina dawîn da hêzê winda dike. Ez dibînim ku Goran hewl dide ku bi YNKê va hêza xwe dîsa xurt bike. YNK jî dixwaze ku li herêmên Goran lê xurt e dîsa xurt bibe.
Wisa xanê dike ku eva peymana ew ê zirarê bide têkiliyên di navbera YNK û PDKê. Lewra em dizanin ku di qirîza hikûmetê da YNK û PDK li pey peymaneke siyasî bûn. Lê belê em nika dibînin ku YNK li ser rêya xwe ya berê ye. Daxuyaniya PDKê da jî zef sert bû. Jixwe ji ber tevgerên tundiyê Goran rexne dikir. Nika dibêje YNK jî di heman rêyê da ye. Ji ber vê yekê ye ku qirîza li herêma Kurdistanê mezin dibe. Her çiqas di peymanê da tê gotin ku îdareya dualî ya li Herêma Kurdistana Iraqê bê bidawîkirin jî cihêbûna di navbera herêmên YNK û PDKê zêde dibe. Wek mayîn PDKyê herêmên di destê xwe da biparêze û pozîsyona xwe qewî bike."