Haydar Şahin
06 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2018
WASHINGTON
Hat ragihandin ku 2 teyareyên eskerî yên Piyaseyên Behrê yên Amerîkayê li peravê Japonyayê li hev qelibîn.
Di daxuyaniya Fermandariya Piyadeyên Behrê da hat diyarkirin ku li Îwakuniya Baregeha Hewayê ya Piyadeyên Behrê ya Japonyayê teyareya tanker a bi tîpa KC-130 û teyareya şer a bi tîpa F/A-18 di dema firîna perwerdeyê da li hev qelibîn û ketin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Xebatên lêgerîna ji bo teyareyên Piyadeyên Behrê yên Amerîkayê yên di 6ê berfanbarê saet 02.00yan (li gor saeta Japonyayê) da qeza kirin li 200 mîl li dûrî Japonyayê dewam dikin. Personelekê birîndar bibû bi destê Hêzên Parastina Behrê ya Japonyayê hat xilaskirin."
Hat ragihandin ku ji bo eşkerekirina sedema qezayê lêpirsîn dan destpêkirin.
- Ji Amerîkayê rest
Wekî mayîn hat ragihandin ku Artêşa Behrê ya Amerîkayê destroyera bi fuze ya bi navê "USS McCampbell" sewqî Kendava Peterê Mezin a ku Rûsya li ser heq îdia dike ya li behra Japonyayê kir.
Di daxuyaniya Artêşa Behrê ya Amerîkayê da hat diyarkirin ku destroyer ji ber ku Rûsya li ser kendavê heqê îdia dike ji bo "operasyona seyra serbest" şandin herêmê.