Ahmet Aydın
06 Mijdar 2020•Rojanekirin: 07 Mijdar 2020
Dozgeriya Taybet a Kosovayê ya li Laheya bajarê Hollandayê, piştî ku Serokomarê Kosovayê yê berê Haşim Thaçî ji wezîfeaya xwe îstifa kir, anîn Laheyê û li wêderê hat binçavkirin.
Di daxuyaniya Dozgeriya Taybet a Kosovayê de hat destnîşankirin ku rayedarên bilind ên weke Serokomarê Kosovayê yê ku îstîfa kiribû Haşim Thaçî, Serokê Parlementoyê yê berê Kadri Veselî, Fermandarê berê yê Artêşa Rizgariya Kosovayê Recep Selîmî û Serokê Parlementoyê yê berê û berdevkê berê yê Artêşa Rizgariya Kosovayê Yakup Krasnîçî xistine girtîgeha li Laheyê.
- Derbarê rayedarên berê yên Artêşa Rizgariya Kosovayê de îdianame hatibûn amadekirin
Thaçî piştî ku îdianameya Dozgeriya Taybet a Kosovayê ya li Laheyê ji aliyê dadgehê ve hatibû qebûlkirin îstîfaya xwe ragihandibû.
Krasnîçî di encama operasyoneke hevpar a Dozgeriya Taybet a Kosovayê, Misyona Kosovayê ya YEyê (EULEX) û Polîsên Kosovayê 4ê mijdarê hatibû binçavkirin.
Ji aliyekî din ve Dozgeriya Taybet a Kosovayê derbarê fermandarê berê yê Artêşa Rizgariya Kosovayê Recep Selîmî, Serokê Parlementoyê yê berê Kadri Veselî, îdianeme amade kiribû pêşkêşî dadgehê kiribû.