Türkan Tosun
05 Mijdar 2020•Rojanekirin: 06 Mijdar 2020
Li Lîbyayê li bajarê Terhûneyê ya ku di hezîranê da ji destê milîsên Xelîfe Hefter ên nemeşrû hatibû xilaskirin 5 gorên komî yên nû hatin dîtin.
Ebdulezîz Caferiyê berpirsyatê medyayê yê Saziya Lêgerîn û Tespîrkirina Kesên Winda ya girêdayî hikûmeta Lîbyayê daxuyand li bajarê Terhûneyê li herêma we Rabitê 5 gorên komî yên nû hatin dîtin.
Caferî got ji van goran 4 bermayiyên cesedan hatine derxistin, bi serokatiya ekîbên tipa adlî xebatên kolandina goran dewam dikin.
Artêşa Lîbyayê di 25ê Adarê da Operasyona Aştiyê dabû destpêkirin, di 3yê Hezîranê da li Trablusê û di 5ê Hezîranê da jî li bajarê Terhûneyê kontrol hildabûn destê xwe, milîsên Xelîfe Hefter ji van deran derxistibûn.
Meqamên Libyayê daxuyandibûn heta niha li Terhuneyê û der û dora wê herî kêm 23 gorên komî hatin dîtin ku ji van 86 cesed û bermayiyên cesedan hatin derxistin.