Haydar Şahin
07 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 08 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derva ya Amerîkayê Rex Tîllerson ji bo der barê qirîza ku di navbera Qeterê û welatên ereban da dewam dike da hevîtinan bike ew ê di 10ê tîrmehê da Kuweytê ziyaret bike.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê da hat diyarkirin ku li ser daweta Mîrê Kuweytê Şêx Sebah Ehmed Cabir el Sebah, Tillerson wê vî welatî ziyaret bike.
Hatibû ragihandin ku Tillersonê di 7-8ê tîrmehê da ji bo ku beşdarî Lûtkeya G-20ê bibe here Hamburgê, paşê derbasî Ukraynayê bibe û di 9-10ê tîrmehê da jî Tirkiyeyê ziyaret bike.