12 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya Emrîkayê daxuyand ku Wezîr Rex Tillersonê ku çû Moskovaya paytextê Rûsyayê wê li wir der barê dahatûya Beşar Esed ya li Sûriyeyê û piştgiriya Rûsyayê ya rejimê de biaxive."
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Berwext Mark Toner bi rêya telekonferansê civîneke çapemeniyê li dar xist û pirsên der barê ziyareta Tillerson ya Rûsyayê de bersivandin.
Toner daxuyand ku Wezîr Tillersonê ku çû Moskovayê wê li wir bi hemtayê xwe yê ûris Sergey Lavrov re hevdîtinê bike û wiha axivî: "Li bin ronahiya bûyerên dawîn helbet dahatûya Esed wê bê axaftin. Tillerson wê hebûna Rûsyayê ya li Sûriyeyê bipirse. Wê bipirse ku ka Rûsyayê li cem rêvebireyeke êrişên bêmerhemet dike bisekine an wê li cem sivîlan bisekine."
- "Hebûna Esed a li Sûriyeyê ne li gor berjewendiya me ye"
Toner li ser pirseke Esed got ku serokê berê Barack Obama jî gotibû ku divê Esed here û wiha dewam kir: "Di nav demeke dirêj de Esed desthilatiya xwe bidomîne ev li gor berjewendiyên me ye. Bi ya min welatên din jî wek me difikirin. Hefta borî li Îdlibê êrişa wan a kîmyayî ya hovane ev nîşan da. Li cîhanê ji bo gelek kesan Esed ew kes e ku xelkê xwe kuştiye û hê jî dikuje."
Toner got ku li Sûriyeyê tişta pêşdatir DEAŞ heye û ya din jî divê şerê navxweyî biqede hevdîtin dewam dikin.
- "Rûsya divê hilbijartinekê bike"
Wezîr Tillerson jî beriya ku here Moskovayê li Îtalyayê di Civîna Wezîrên Karên Derva ya G7an de wiha axivîbû: "Rûsya divê li ser îtifaqa xwe ya bi rejima Esed, Îran û Hizbullahê baş bifikire. Ev tevger di nav demeke dirêj de wê ji bo berjewendiyên Rûsyayê xizmetê bike an Rûsya dixwaze bi Emrîka, welatên Rojava û welatên Rojhilata Navîn yên ku dixwazin şerê Sûriyeyê biqedînin re îtifaqê bike?"