22 Nîsan 2017•Rojanekirin: 23 Nîsan 2017
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya DYAyê ragihand, Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê li ser têlefonê bi Sergey Lavrovê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê ra axivî û der barê lêpirsîna Teşkîlata Qedexekirina Çekên Kîmyewî li Îdliba Sûriyeyê dimeşîne xeberdan.
Mark Tonerê Berdevkê Berwext ê Wezareta Karên Derva ya DYAyê der barê xeberdana Tillerson û Lavrov a li ser têlefonê da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Rex Tillerson û Sergey Lavrov der barê lêpirsîna Teşkîlata Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya li Îdliba Sûriyeyê dimeşîne xeberdan.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin Tillerson ji Lavrov ra gotiye piştgiriyê dide lêpirsînê.