İbrahim Atmaca
11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2017
ANKARA
Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka sêyemîn a salê da pêş ket û ji welatên Yekîtiya Ewropa (YE), G20 û OECDê derbas kir. Welatên Yekîtiya Ewropayê teqrîbî ji sedî 2,5 pêş dikevin. Tirkiye çar qatê welatên Yekîtiya Ewropayê pêş ket. Di nav welatên G20î da jî welatên ku herî zêde pêş dikevin Çîn û Hindistan in, lê Tirkiyeyê ji van welatan jî derbas kir.
Li gor daneyên ku nûçegihana AAyê ji Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (SÎT), Ofîsa Îstatîstîkê ya Ewropayê (Eurostat) û OECDê berhev kirin, aboriya Tirkiyeyê di çaryeka duyemîn a îsal da ji sedî 5,2an zêde bû, di çaryeka sêyemîn da jî (serdema tîrmeh-îlonê) aborî ji du qatî zêdetir bû û bû ji sedî 11,1.
Tirkiye bi vê rêjeya pêşketinê va di heyama navborî da di nav welatên Yekîtiya Ewropa, G20 û OECDê da bû yekemîn.
Welatên Ewropayê di çaryeka duyemîn a salê da ji sedî 2,1, di çaryeka sêyemîn da jî ji sedî 2,5 pêş ketin. Bi van reqeman va aboriya Tirkiye 4 qatî teqrîba Ewropayê zêde bû.
Li Ewropayê welatê ku aboriya wî di çaryeka sêyemîn a salê da herî zêde mezin bû Romanya ye. Aboriya Romanyayê di vê serdemê da ji sedî 8,8 zêde bû. Dû wê bi sedî 7,2an va Malta û bi sedî 5,8an va Letonya tê. Hollanda di vê serdemê da ji sedî 3, Almanya ji sedî 2,3, Ingîltere ji sedî 2,1 û Fransa ji sedî 2 pêş ket.
Di nav welatên G20î da aboriya Çînê ji sedî 6,8, ya Hindistanê ji sedî 6,1 zêde bû. Tirkiyeyê da pêşiya van her du welatan jî.
Li gor daneyên TUÎK û Eurostatê di çaryeka sêyemîn a îsal da rêjeyên pêşketina Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê wiha ne:
| Welat | Rêjeya pêşketinê ya çaryeka sêyemîn a 2017an (ji sedî) |
| Tirkiye | 11,1 |
| Romanya | 8,8* |
| Malta | 7,2 |
| Letonya | 5,8 |
| Polonya | 5,1 |
| Çekya | 4,7 |
| Slovenya | 4,5 |
| Estonya | 4,2 |
| Macaristan | 3,9 |
| Bulgaristan | 3,8* |
| Kibrisa Başûr Aliyê Rûm | 3,8 |
| Slovakya | 3,4 |
| Hirvatistan | 3,3 |
| Awusturya | 3,2 |
| Lîtvanya | 3,1 |
| Hollanda | 3* |
| Îspanya | 2,9* |
| Fînlandiya | 2,8 |
| Portekîz | 2,5 |
| Swêd | 2,5 |
| Almanya | 2,3 |
| Îngiltere | 2,1 |
| Fransa | 2,0 |
| Belçîka | 1,6 |
| Îtalya | 1,4 |
| Yunanistan | 1,3* |
| Danîmarka | 1,2 |
| YE 19 | 2,3 |
| YE 28 | 2,5 |
| Îrlanda | - |
| Luksemburg | - |
| * daneyên berwext |