Önder Beyter
11 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2017
MOSKOVA
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn telîmat da ku yekîneyên ûris ji Sûriyeyê vekişin.
Ajansa nûçeyan a ûris RÎA Novostiyê ragihand ku Pûtîn beriya seredana xwe ya Tirkiye û Misrê, Baregeha Himeymîm a li Lazqiyeya Sûriyeyê ziyaret kir.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku Pûtîn li baregehê ligel Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed kom bû û piştî hevdîtinê jî Pûtîn telîmat da ku yekîneyên ûris ji Sûriyeyê vekişin.
Pûtîn di daxuyaniya xwe ya li vir da wiha got, "Min telîmat da Wezareta me ya Parastinê û Sererkaniya me da ku pêvajoya vekişîna yekîneyên me ji Sûriyeyê bidin destpêkirin. Yekîneyên me yên li vir bi serfirazî vedigerin malên xwe. Ev serkeftin di nava du salên kurt da li dijî rêxistina terorî ya navneteweyî ya ku di dinyayê da herî mezin e, hatiye bidestxistin."
Serokê Komîteya Parastinê ya Konseya Federasyona Rûsyayê Vîktor Ozerov jî di daxuyaniya xwe ya li Moskoyê da diyar kir ku yekîneyên ûris wê bilez ji Sûriyeyê vekişin û wiha got, "Em pêşbînî dikin ku pêvajoya vekişînê çend hefteyan bajo."