13 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Kurtulmuş: "Reqqa navenda DEAŞê ye, dema ku hûn Reqqayê xelas dikin, di operasyona xelaskirinê da bibêjin 'Em ê wê derê ji DEAŞê safî bikin, lê YPG û PYDê bixin şûna wê' ev ji bo Tirkiyeyê tehdîtekek ewlehiyê ye, rîska ewlehiyê çêdike. Ji ber vê yekê piştî ku Reqqa ji DEAŞê hat safîkirin, ji bo ku bi behaneyekê unsûrên PYD-YPGê li wê derê bi cih nekin, Tirkiye dibe ku bi camîaya navneteweyî ra di çarçoveya lihevkirinekê da gavekê biavêje. Şertên di rojên pêşiya me de dê vê rewşê diyar bikin."