Elif Orhan
03 Îlon 2016•Rojanekirin: 03 Îlon 2016
WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama diyar kir ku piştî teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê ya Rêxistina terorê ya Fethullahî (FETO) di têkiliyên wan ên di mijara ewlehiyê de yên bi Tirkiyeyê re de tesîreke ku kêm bû çênebû û got ku "Tirkiye hê jî mitefîkekî hêzdar ê NATOyê ye."
Beşekî hevpeyvîna ku Serokê DYAyê Barack Obama da Fareed Zakarîaya ji televûzyona CNNê hat weşandin.
Obama bersiva pirsên der heqê Tirkiye û teşebûsa derbeyê ya 15ê temûzê da û got ku piştî teşebûsa derbeyê di têkiliyên wan ên di mijara ewlehiyê de yên bi Tirkiyeyê re de tesîreke ku kêm bû çênebû û got ku "Tirkiye hê jî mitefîkekî hêzdar ê NATOyê ye."
Obama bi bîr xist ku di têkoşîna dijî DAEŞê de bi Tirkiyeyê re dixebitin û got ku "Tirkiye di gelek mijaran de li herêmê hevkarekî me yê girîng e."
Obama axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tabiî gumana tu kesê ji rastiya ku li welatê wan erdhejeke siyasî û mulkî qewimî, tune. Divê ji nû ve ava bikin û dê girîng be ka vê yekê çawa dikin. Tişta em dixwazin ku bibînin em piştgirî didin gelê tirk. Heke em bifikirin pêngavên ku diavêjin dijî berjewendiyên wan ên mawedirêj û hevkariya me ne wekî ku her dostê baş dike em jî dê bi awayekî durist dixwazin ku paşdanezanê bikin."