Muhammet Tarhan
03 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2022
Wezareta Karên Derva diyar kir ku Qudsa Rojhilat jî di nav da ji ber bûyerên şîdetê û mirinên sivîlan yên ku di demên dawîn da zêde bûne gelekî bifikar in û înfazên bêdaraz bi tundî şermezar kirin.
Wezareta Karên Derve der barê bûyerên şîdetê yên ku li Şerîaya Rojava zêde bûne û mirinên sivîlan da daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku "Em Qudsa Rojhilat jî di nav da ji ber bûyerên şîdetê û mirinên sivîlan yên ku di demên dawîn da zêde bûne gelekî bifikar in û înfazên bêdaraz bi tundî şermezar dikin. Ji bo ku li herêmê pêşî lê bê girtin ku rageşî bêtir zêde nebe û pêşî li ber mirinan bê girtin bangî meqamên Îsraîlê dikin tevdîrên hewce hildin."
Di daxuyaniyê da her wiha hat gotin ku Xwedê rehma xwe li Filistiniyên mirin bike, serê Dewlet û gelê Filistînê sax be.