26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 27 Nîsan 2017
ANKARA
Hat ragihandin ji Efrîna li bakurê Sûriyeyê ya di destê PYD/PKK/YPGya rêxistina terorî da ye û ji herêmeke hêzên rejimê lê ne, li dijî 2 qereqolên ser sînor bi hewanê êriş hat kirin û hêzên Artêşa Tirkiyeyê herdu êriş demildest berteref kirin û bersiv dan.
Li gor daxuyaniya Artêşa Tirkiyeyê îro di saet 09.00an da ji Efrîna li bakurê Sûriyeyê ya di destê PYD/PKK/YPGya rêxistina terorî da ye, bi hewanê li dijî Qereqola Sînor a Gokhan ya li Hassaya navçeya Hatayê êriş hat kirin.
Hat diyarkirin ji ber êrişê di hin ciyên qereqolê da xisar çêbû, lê kes nemir û birîndar nebû.
- Radara tesbîtkirina hewanê ciyê jê êr,ş hat kirin tesbît kir
Wek mayîn ji herêmeke li bakurê Sûriyeyê ya hêzên rejimê lê ne li dijî Qereqola Sînor a Kizilçatê bi hewanê êriş hat kirin û di êrişê da xisar çênebû.
Hêzên ewlehiyê piştî bi radarê ciyê êriş jê hat kirin tesbît kirin bersiv dan.