21 Îlon 2015•Rojanekirin: 21 Îlon 2015
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê bi bombeyê êrîşî pireya li navendê kirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, terorîstan bombeya ku di binê pireya Nexweşxaneyê ya li ser Kolana Îsmaîl Irmak a li Taxa Devrimê bicî kiribûn teqandin. Di teqînê da nigehê pireyê hilşiya. Ji ber teqînê di qasî 30 mal û dikanan da xisar çêbû.
Ekîbên polêsan li dewsa bûyerê lêkolîn kirin, ekîbên Şaredariya Nisêbînê jî piştî teqînê pire ji çûyîn û hatinê ra vekirin.
Ji bo derdestkirina terorîstên ku êrîş kirin xebat dan destpêkirin.