Haydar Şahin
28 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2020
Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva diyar kir ku daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo berdana Osman Kavala da li rêgeza dewleta hiqûqê nayê.
Aksoyê Berdevk pirsa li ser daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo Kavala da bersiva nivîskî weşand.
Aksoy got, "Daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ji bo bidawîkirina girtîbûna Osman Kavala da li rêgeza dewleta hiqûqê nayê."
Aksoy bal kişand ku der heqê Kavala da pêvajoya darazê dewam dike û wiha pê da çû:
"Her kes mecbûr e ku rêzê nîşanî pêvajoya bi destê dadgehên serbixwe tê meşandin bide. Ya rastî ji bo wî kesî di sibatê da biryareke beraetê hatibû dayîn, di çarçoveya delîlên teze hatin bidestxistin da jî ji ber sûcekî din girtî ye. Ew kesên dema mijar tê ser îadekirina serkêşê FETOyê pêvajoya hiqûqê wekî hincet nîşan didin, bêyî doz û dew Hakan Atîllayê Alîkarê Midûrê Giştî yê Halkbankê bi neheqî girtî hîştin îro radibin li ser dozeke li welatê me dewam dike dixivin û ev nakokî ye."
Aksoy bal kişand ku Tirkiye dewleta hiqûqê ye û wiha got: "Tu dewletek an jî tu kesek nikare der heqê pêvajoya dozê ya dadgehên Tirkiyeyê da emir bide."