ŞANLIÛRFA
Serokatiya Bajêr a AK Partiyê ya Stenbolê ji bo penaberên sûriyeyî kampanyaya "Dicemidim, Arîkariya Min Bikin" dabû destpêkirin. Ji tirên ku tê de arîkariyên ku di çarçoveya kampanyayê de hatibûn berhevkirin, hene 20 heb gihiştin Şanliûrfayê.
Midûrê Şûbeya Arîkariya Civakî yê Şaredariya Mezin a Şanliûrfayê Mûrat Mujdecî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Serokatiya Bajêr a AK Partiyê bi dirûşmeya "Zivistan Serma ye, Mirov Dicemide; Biratiya Stenbolê Mirov Germ Dike" hin tir şandin û ji van tiran hinek gihiştin Şanliûrfayê.
Mujdecî diyar kir ku dê tirên din jî di demek kurt de bên bajêr û got ku ji bo arîkariyan navenda lojîstîk ava kirin û xebat berdewam dikin.
Mujdecî qal kir ji bo ku arîkariyan li bajêr belav bikin 40 wesayît kirê kirin û armanca wan ew e ku bigihêjin hemû penaberan û wiha axivî: "em dê bigihêjin 500 hezar mêvanên li bajarê me û arîkariyan teslîmê wan bikin. Em dê bi wan bidin hesandin ku di navbera kurd, tirk û ereban de tu cudahî tune."
Mujdecî da zanîn ku di firûna mobîl ya ku hatiye şandin de rojane dikarin 20 hezar nanî bipêjin.
Digel Şaredariya Mezin a Diyarbekirê 25 şaredariyên navçeyan û welatî jî piştgiriyê didin kampanyaya "Dicemidim, Arîkariya Min Bikin".
Hûrguliyên der barê kampanyayê de di malpera bi navê "www.yardimkonvoyu.com" de cî digirin.
Di vê navberê de tê payîn ku Serokê Şaredariya Mezin a Stenbolê Kadîr Topbaş û Serokbajarê AK Partiyê yê Stenbolê Azîz Babûşçû sibê bên Şanliûrfayê.
-Babûşçû: Armanca me ew e ku em heta dawiya zivistanê bigihêjin her kesê
Serokbajarê AK Partiyê yê Stenbolê Azîz Babûşçû der barê kampanyaya arîkariyê "Dicemidim, Arîkariya Min Bikin" a ku ji bo penaberên sûriyeyî dan destpêkirin de got ku "Ji birayên me 105 hezar kes di kampan de dijîn lê di tevahiya welêt de jimara wan digihêje 500 hezarî. Armanca me ew e ku em heta dawiya zivistanê bigihêjin her kesê."
Babûşçû der barê kampanyayê de agahî da nûçegihanê AAyê û got ku sûriyeyiyan wek muhaciran dibînin. Babûşçû qal kir ku gelê Tirkiyeyê wekî ensarê tevgeriya û armanca wan ew e ku bi saya kampanyayê arîkariyan zêde bikin.
Babûşçû spasiya kesên ku arîkarî dan û bi taybetî spasiya stenboliyan kir û wiha axivî:" Em dixwazin ku bi van arîkariyan bigihêjin hemû birayên me yên sûriyeyî yên li Şanliûrfayê. Ji birayên me 105 hezar kes di kampan de dijîn lê di tevahiya welêt de jimara wan digihêje 500 hezarî. Armanca me ew e ku em heta dawiya zivistanê bigihêjin her kesê."
Betanî, sobeyên cêyranê, cil û berg, xwarin û pêlîstokên ku di çarçoveya kampanyayê hatin berhevkirin dê belavî penaberên sûriyeyî bikin.