PARÎS
Serokomarê Fransayê François Hollande got ku tu eleqeya van êrîşên ku li welêt diqewimin û dînê îslamê bi hev re tune.
Hollande der barê êrîşa Charlie Hebdoyê ya ku li paytext Parîsê qewimî, êrîşa li ser polêsan a li Montrougeyê û qeyrana rehîneyan a ku li supermarketekê li Porte de Vincennesê qewimî de axivî.
Hollande ji ber wêrekî û çalakiya hêzên ewlehiyê yên ku di operasyonê de cî girtin ew pîroz kirin û bi vî awayî dest bi axaftina xwe kir. Hollande diyar kir ku ev êrîşên ku di van 3 rojên dawîn de qewimîn dawî nînin dibe ku êrîşên nû bên kirin û bangê gel kir ku baldartir û hişyartir bin.
Hollande destnîşan kir ku meşa komarê ya ku dê yekşemê bê kirin ji aliyê yekîtî û bihevrebûna welêt ve gelekî girîng e û wiha axivî: "Ez jî dê beşdarî meşê bibim. Ez hêvî dikim ku hemû gelê fransiz jî beşdar bibe."
Hollande li ser êrîşa ku îro birin li ser supermarketekê aidê cihûyan jî sekinî û bûyerê wekî bûyereke antî-semîtîk nirxand.
Kiryarê êrîşa duh a li Montrougeyê ya ku bû sedemê mirina polêsekî Amedî Coulibaly îro êrîşa çekdar biribû li ser supermarketekê li Porte de Vincennesê û gelek kes rehîn girtibûn. Hatibû eşkerekirin ku di operasyona ku polêsan kir de Coulibaly û 4 kesên din mirin.
Birayên Seîd û Şerîf Kouachi yên ku êrîşê kovara Charlie Hebdo kirin û hat ragihandin ku 12 kes kuştin jî di avahiya ku xwe sipartibûnê de hatibûn kuştin.