Fatih Gazioğlu
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 26 Nîsan 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Tîm Cookê CEOyê Appleya şîrketa teknolojiyê re hat bal hev.
Berdevka Qesra Spî Sarah Sander daxuyaniyek da û got ku Trump, Tîm Cookê CEOyê Applê li ofîsa Ovalê qebûl kir.
Sanders got ku hevdîtin beriya çend hefteyan hatibû organîzekirin û wiha got: "Armanca civînê nîqaşên li ser bazirganiyê bûn."
Hat ragihandin ku Tîm Cook piştî hevdîtina Trump bi Robert Lîghthîzerê Nûnerê Bazirganiya Amerîkayê û Larry Kudlowê Dîrektorê Konseya Aboriyê yê Qesra Spî re jî hat bal hev.
Trump beriya vê daxuyaniyek dabû û gotibû ew ê baca saziyan ji sedî 35an daxin sedî 21ê. Şîrketa Applê jî daxuyaniyek dabû û gotibûn ew ê di 5 salên pêş da qasî 350 milyar dolarî arîkariyê bidin aboriya Amerîkayê. Têkiliyên şîrketa Apple û Qesra Spî baş tên zanîn.