Islam Doğru
26 Gulan 2026•Rojanekirin: 26 Gulan 2026
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir, divê uranyuma dewlemendkirî ya di destê Îranê da bînin Amerîkayê yan jî bi Îranê ra di nava tevkariyê da bi Ajansa Vejena Atomê ya Navneteweyî (UAEA) ra were îmhekirin.
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Uranyuma dewlemendkirî (toza nukleer) ya di destê Îranê da yan wê demildest teslîmî Amerîkayê bikin û li vê derê îmhe bikin an jî bi Îranê ra di nava tevkarî û kordînasyonê da bi şahidiya Komîsyona Ajansa Vejenê yan jî saziyeke mînanî wê, di cî da yan jî li dereke din were îmhekirin."
Şerê Îran û Amerîka/Îsraîlê di pêvajoya agirbestê da ye. Ji bo bidawîkirina şer di navbera aliyan da mizakere dewam dikin. Tê gotin ku di destê Îranê da nêzî 400 kîlo uranyuma dewlemendkirî heye û rewşa vê uranyumê di mizakereyan da ji xalên sereke yek e.