İbrahim Atmaca
17 Nîsan 2019•Rojanekirin: 17 Nîsan 2019
Serokê Amerîkayê Donald Trump pêşnûmaya qanûnê ya ji bo nedayîna piştgiriya ku Amerîka di şerê Yêmenê da dide koalîsyon û Erebistana Siûdî, veto kir.
Qesra Spî nameya vetoyê ya ku bi îmzeya Serokê Amerîkayê Trump va ji Senatoyê ra hat şandin, bi daxuyaniyeke nivîskî va eşkere kir.
Trump di nameyê da hinceta vetoyê wiha got: "Ev pêşnûmaya qanûnê ji bo ku otorîteya min a makezagonî zeîf bike hatiye dayîn û gaveke ne pêwîst û talûke ye, jiyana welatiyên Amerîkan û personelê wî yê eskerî dixe talûkeyê. Ev pêşnûma di heman demê da dibe ku zirarê bide polîtîkaya derva ya Amerîkayê."
Trump got ku ew "Ji bo ku li dijî El-Qaîdeya Yêmenê têkoşînê bidin em li Yêmenê ne".
Trump îdia kir ku hincetên wan ên mafdar hene, ew loma piştgiriyê didin Erebistana Siûdî.
Pêşnûmaya qanûnê di 4ê nîsanê da li Meclisa Nûneran bi 247 reyên erê û 175 reyên na, li Senatoyê jî di 13ê adarê da bi 54 dengên erê û 46 dengên na va hatibû qebûlkirin.