Elif Orhan
06 Îlon 2018•Rojanekirin: 06 Îlon 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump hember îhtimala qetlîama li bajarê Sûriyeyê hişyarî da û got ku "Heke qetlîamek çêbe dê dinya ji bo vê gelekî hêrs be, dê Amerîka jî gelekî hêrs be."
Serokê Amerîkayê Trump piştî ku bi Mîrê Kuwêtê Şêx Sabah re li Qesra Spî hat bal hev li Ofîsa Oval der barê rojevê de nirxandin kirin.
Trump bersiva pirsa der barê Îdlibê ya ku van rojên dawîn de li raya giştî gelekî tê nîqaşkirin da û got ku "Ev rewşeke gelekî xemgînker e. Ez wisa difikirim ku dê di dawiyê de baldar bin û hajjixwe hebin. Heke qetlîamek çêbe dê dinya ji bo vê gelekî hêrs be, dê Amerîka jî gelekî hêrs be."
Serokê Amerîkayê Trump pêr di daxuyaniya ku ji ser hesaba xwe ya Twîtterê da de şîroveya "Beşşar Esed divê heta ku nefikire êrîşê Îdliba bajarê Sûriyeyê neke. Ûris û Îranî di nav vê trajediya mirovahiyê ya muhtemel de cî bigirn dê şaşiyeke mirovî ya mezin bikin. Dibe ku sedhezaran mirov bimirin."
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauertê jî di brîfînga çapemeniyê de gotibû ku "Amerîka ji nêz ve pêvajoyê dişopîne" û "bi taybetî dijî êrîşa xwekujiyê dê helwesteke biryardar nîşan bidin."
Nûnera Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Amerîkayê Nîkî Haley jî der barê îxtimala êrîşa kimyayî ya ser Îdlibê gotibû ku "Em ê heta wextê bikaranîna çeka kimyayî li kêlekê nesekinin. Di vê mijarê de Serok (Donald Trump) jî li ber raya gitî bi awayekî eşkere axivî û xwest bibêje ku heke çeka kimyayî bê bikaranîn dê Amerîka bersiva wê bide."