31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Serokê DYAyê Donald Trump wekîla Wezîrê Dadê Sally Yates ji wezîfeyê hilda.
Yatesê der barê biryarnameya ku ji bo 7 dewletên misilman astengiya wîzeyê derdixe gotibû ez wê red dikim.
Li gor daxuyaniya ku ji Qesra Spî hat dayîn, Donald Trump wekîla Wezîrê Dadê Sally Yates ji ber ku karê wezifeya xwe baş nake ji kar hilda. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Wezîrê Dadê Sally Yatesê biryarnameya ku ji bo parastina welatiyên DYAyê hatibû derxistin tetbîq nekir û red kir. Ev hereket li hemberî Wezareta Dadê îxanet e. Biryara ku Sally Yates ji wezifeyê bê hildan ji aliyê Şewîrmendiya Hiqûqê ya Wezareta Dadê hat tesdîqkirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Yates ji aliyê Obamayê serokê DYAyê yê berê de hatibû wezîfekirin û di mijara sînor û koçberiyê de keseke nezan bû.