31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
NETEWEYÊN YEKBUYÎ
Amerîkayê bangî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK) kir ku Îran ceribandina moşeka balîstîk dike û divê konsey bilez bicive.
Nîkkî Haleya Nûnera Daîmî ya NYyê ya Amerîkayê piştî ku Trump ew wezîfedar kir dest bi xebata xwe kir. Haleyê bangî konseya NYyê kir ku bila ew bilez bicivin ku li ser mijara ceribandina moşeka balîstîk a Îranê biaxivin.
Der barê vê civînê de daxuyaniyek hat dayîn û wiha hat gotin: "DYA bangî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dike ku bila bilez bicive û li ser ceribandina moşeka balîstîk a Îranê ya ku di 29ê çileya paşîn de ceribandibû biaxive."
Tê texmînkirin ku civînê roja sêşemê çêbibe.
Nûnerê Daîmî yê NYyê yê Îsraîlê Danny Danon çend saet beriya banga Amerîkayê daxuyaniyeke nivîskî dabû û gotibû ku ceribandina moşekê îxlalkirina biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye û divê konsey bilez bicive.