Haydar Şahin
14 Mijdar 2019•Rojanekirin: 15 Mijdar 2019
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Instagramê wêneya malbatê ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a di ziyareta Qesra Sipî da hatibû kişandin parve kir.
Trump li ser hesabê fermî yê Instagramê wêneya Erdogan û Emîne Erdogana xanima wî ya ku Melanîa Trumpê parve kiribû carekî dîsa parve kir.
Di peyamê da wiha hat gotin: "Ji ber ku me ji Serokomar Erdogan û Emîne Erdogana xanima wî ra malxwedîtî kir gelekî kêfxweş im. Me ji Birêz Emîne Erdoganê ra malxwedîtî kir û li salonên xwe yên dîrokî gerand ez gelekî bextewar bûm."