Türkan Tosun
10 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
ANKARA
Başkentray ya ku wê rojê xizmetê bide 520 hezar kesî bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 12 nîsanê de dest bi xizmetê bike.
Li gor agahiya ku nûçegihana AAyê bi dest xist Başkentray wê li Enqereyê di navbera Sîncan-Kayaşê de seferan bike.
Ji bo vekirina Başkentrayê roja pêncşemê li Îstgeha Trenê ya Kayaşê wê merasimeke fermî bê kirin û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jî wê beşdarî merasimê bibe.
Ewil sefer wê di 15 deqîqeyan carekê bên kirin, lê paşê wê di 5 deqîqeyan carekê bên kirin.
Başkentray wê rojê xizmetê bide 520 hezar kesî.
Dema seferê ya di navbera Sîncan û Kayaşê wê ji 59 deqîqeyan dakeve 49 deqîqeyan.