ANKARA
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) artêşeke neteweyî ye û tu wextê bi rêxistin û hewldanên îllegal û paralel re neketiye nav têkilî û hevkariyê û ji vir bi şûn de jî nakeve nav têkiliyê.
Li gor daxuyaniya ku di malpera înternetê ya Serokatiya Sererkaniyê de hat weşnadin, hat destnîşankirin ku di rojên dawîn de di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de der barê personelên Hêzên Çekdar ên Tirkan de hin îdia û gotin hene.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku talûke û gefên li dijî ewlehiya neteweyî ya Hêzên Çekdar ên Tirkan de ji nêz ve tên teqîbkirin û wiha hat got: "Hêzên Çekdar ên Tirkan artêşeke neteweyî ye û tu wextê bi rêxistin û hewldanên îllegal û paralel re neketiye nav têkilî û hevkariyê û ji vir bi şûn de jî nakeve nav têkiliyê."