Elif Orhan
31 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 01 Tebax 2018
SARAYBOSNA
Tunela hêviyê di Şerê Bosnayê de (1992-1995) di şert û mercên gelekî dijwar de hatin kolan û 25 sal beriya niha ji bo Boşnakan rolekî gelekî girîng lîst.
Tunela Hêviyê ya 800 metro dirêj 25 sal beriya niha di boçûna şer de roleke girîng lîst. Ji bo salvegera vekirina Tunela Hêviyê û bibîranîna girîngiya tunelê merasim hat lidarxistin û gelek Saraybosnayî beşdarî merasimê bûn.
- "Piçek dînîtî dixwest ku di demeke ew qas nêzî mirinê de 5 metro binê erdê bikolin"
Nazîf Mahmutovîcê ku di xebatên kolana Tunela Hêviyê de xebitî jî qal kir ku çêkirina tunelê di şert û mercên gelekî dijwar de hatin kirin û wiha axivî: "Li cihê ku 200 topên hewanê diketin de gelekî dijwar bû ku mirovên ku dilkirî bixebitin bên dîtin. Jixwe mirin nêz bû û di rewşeke wisa de dînîtî bû ku mirov 5 metro binê erdê bikole."
Mahmutovîc got ku dema ku her du aliyên tunelê gihiştin hev her tişt guherî, ji wê demê pê ve tu tişt wek berê nema, esker û sivîl bi saya vê tunelê bi alema derve re têkilî datiniyan.
- Tunela Hêviyê
Di dema Şerê Bosnayê de dema ku Saraybosna hatibû dorpêçkirin bi biryara Serokomarê ewil ê Bosna Hersekê merhûm Aliya Îzetbegovîc û hevalên wî biryar hat dayîn ku tuneleke ku gihandina Balafirgeha Saraybosnayê ya Navneteweyî ya bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) pêk bîne bê çêkirin.
Piştî biryarê di encama lêkolînên ku hatin kirin de li binê mala malbata Kolarê ya li herêma Butmîrê ya nêzî Çiyayê Îgmanê tunel hat avakirin.
Tunela 800 metro dirêj û metroyekî fireh û 160 santîmetro bilind a ku ji nav kozikên Sirpan ji bin balafirgeha navneteweyî vedibû cîhana azad 25 sal beriya niha di encama xebatên giran ên ku bi qasî 4 meh û 4 roj dewam kirin di 30yê temûza 1993yan de kete fealiyetê.
Bi saya vê tunelê Saraybosnayê xwe gihand dinyayê û gelek melzemeyên xurekê bi saya vê tunelê gihaşt Boşnakên dorpêçkirî.