İbrahim Atmaca
14 Mijdar 2017•Rojanekirin: 15 Mijdar 2017
ŞANLIURFA
Di Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin da ji bo ku Saraybosnaya paytextê Bosna Hersekê bi Şanliûrfayê ra bibe "bajarê destebirak" pêşniyazname hat qebûlkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, proje meha çûyî di ziyareta Bakir Îzzetbegovîçê endamê Konseya Serokatiya Dewletê ya Bosna Hersekê da hat rojevê û meclisa şaredariyê proje kir nav rojeva xwe ya meha mijdarê.
Pêşniyazname bi pirdengiya endamên meclisê va hat qebûlkirin û li gor pêşniyaznameyê her du bajar bûn destebirakê hevdu.
Li gor daxuyaniyê Şaredarê Bajarê Mezin Nîhat Çîftçî got ku wan pêvajoya peymana ku wê bibe sedema xurtbûna têkiliyên bazirganî, çandî û însanî da destpêkirin.
Çîftçî destnîşan kir ku li gor baweriya wî her du bajar wê di çarçoveya peymanê da piştgiriyê bidin hevdu û wiha dewam kir: "Bosna Hersek li Ewropayê tekane bajarê misilman e. Me bi paytextê wê ra şirîkatiyeke girîng da destpêkirin. Em bawer dikin ku peyman wê li her du bajaran jî piştgiriyê bide bazirganî, tûrîzm, perwerde û çandê."