14 Adar 2017•Rojanekirin: 14 Adar 2017
WASHINGTON
Rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkayê di xebera xwe ya ku wek çavkanî hin rayedarên DYAyê nîşan dide da îdia kir ku Donald Trump piştî ku hat ser wezîfeyê, sînorê ku Barack Obamayê Serokê DYAyê yê berê dabû ser CIAyê rakir û rayeya êrîşên bi ÎHAyan va da teşkîlatê ku li welatên biyanî bi taybetî jî li Sûriyeyê operasyonan bike.
Li gor rojnameyê, CIAyê bi vê rayeyê va di meha sibatê da cara ewil êrîşî Ebû Hanî el-Misriyê ji serokên El Qaîdeyê yê li Sûriyeyê kir û kuşt.
Berê xeberên ku digotin Misrî hat kuştin derketibûn lêbelê Wezareta Parastina DYAyê (Pentagon) diyar kiribû ku êrîş bi destê artêşa DYAyê nehatiye kirin û nikarin mirina Misrî teyîd bikin.
Di xebera rojnameyê da tê gotin ku li bendê ne xêncî Sûriyeyê li Yêmen, Somalî, Efxanistan û gelek welatên biyanî vê rayeyê pêk bînin.