Ekip
31 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
BAKU
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê têkiliyên Tirkiye û Azerbaycanê de got: "Têkiliyên Tirkiye û Azerbaycanê her ku diçe zêdetir û bihêztir dibin."
Erdogan û Serkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Erdogan di axaftina xwe de wiha got:
"Em niha ne li welatekî xerîb, li mala xwe ne. Me civîna xwe ya Konseya Stratejîk a Asta Bala kir û vekirina rêya hesinî ya Baku-Tiblîs û Qersê jî kir. Me ji bo girêdana parzemînan gaveke mezin avêt."
Erdogan got xebatên ji bo enerjiyê jî berdewam in û di demeke nêz de ew jî dê temam bibe.
Di nava Tirkiye û Azerbaycanê de 6 peymanên di qadên cuda de hatin girêdan.