26 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2015
HEWLÊR
Ajansa Koordînasyon û Tevkariyê ya Tirkiyeyê (TÎKA) li Hewlêrê çenteyê dibistanê û alavên qirtasiyeyê li 2 hezar xwendekarî belav kir.
Şêwirmendê Serokê TÎKAyê Kamîl Kolabaş, Serkonsolosê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akîf Înam, Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Aydin Merûf, Berpirsê Alîkariyên Iraqê yê Heyva Sor a Tirkiyê Şafak Lostar û rayedarên din, dibistana seretayî ya Îmalettîn û Oguzhan ên ku xwendekarên tirkmen lê perwerde dibînin, dibistana seretayî ya Çola Şêx a ku xwendekarên kurd lê perwerde dibînin û dibistana seretayî ya Ankawayê ya ku xwendekarên xirîstiyan lê perwerde dibînin, ziyaret kirin û beşdarî merasîma belavkirina alavên qirtasiyeyê bûn.
Kolabaş di daxuyaniya xwe ya ku li merasîmê da rojnamegeran de wiha got: "Dema ku em hatin vê herêmê, birêz Serokomarê me, birêz Serokwezîrê me û serokê TÎKAyê ji me re gotin, 'ew birayên me ne. Li wê derê dîroka me ya bi hezaran salan heye. Cudahiya dîn, ziman, nijad û mezheban nekin.' Em dixwazin ku ne bi tenê bi gotinên xwe, herwisa em dixwazin ku bi pratîka xwe jî vî bidin nîşan. Armanca me ew e ku li vir, em tu cudahiyê nexin navbera zarokên xwe yên kurd, ereb, tirkmen û xirîstiyan û alîkariya wan bikin. Bi tenê bira pêdiviyên wan werin bicihanîn."