Fatih Gazioğlu
26 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Tesîra lehî û bagera Idaiyê ya ku li Beîraya bajarê Mozambîkê û derûdorê wê rabûbû dewam dike.
Tîmên Ajansa Anadoluyê (AA) çûn Mozambîkê û dîmen û wêneyên felaketa ku li herêmê qewimîbû kişandin.
Li bajarê Beîrayê ji ber lehî û bagerê li gelek ciyan hê ceryan nayê dayîn.
Tîma Ajansa Anadoluyê li Beîrayê ye
Tîmên TÎKA, UMKE, Heyva Sor a Tirk û AKUTê ên ku di bin kordînasyona Serokatiya Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê (AFAD) da li herêmê ne xebatên xwe didomînin.
Ji ber felaketê li herêmê gelek xanî di bin avê da man.
Ji ber baran û lehiyê gelek zeviyên çandiniyê û binesaziyê zirar dîtin. Ji ber lehiyê li ser rêyên navbera Beîreayê û derûdora wê şofêran zehmetî kişand.
Ciyên ku ziha bûn welatî derketin derva û dest bi paqijkirina derûdorê malên xwe kirin.
Rayedaran got ku balafirgeh û bêndergehên welêt di lehiyê da zirar nedîtin û bi saya vê jî alîkariyên navneteweyî bi rehetî digihêjin herêmê.