Haydar Şahin
26 Adar 2019•Rojanekirin: 27 Adar 2019
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Rûsyayê dest bi xebatên dewriyeya serbixwe ya ewil a li herêma Til Rifatê kirin.
Li ser hesabê Wezareta Parastina Neteweyî wêneyên dewriyeya ewil a li herêma Til Rifatê hatin weşandin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji bo li herêma Til Rifatê agirbestê pêk bînin, îstiqrarê temîn bikin û pêşî li êrîşên li dijî endamên me bibirin, di çarçoveya mitebeqata berê hatibû îmzekirin da Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Rûsyayê dest bi xebatên dewriyeya serbixwe ya ewil kirin."