12 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
WASHINGTON
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Jim Mattis qebûl kir ku beşek ji unsûrên PYD/PKKya ku navê HSDya ku Amerîka li pişta wê ye diemilîne, ji herêmên din şiqitîn Efrînê.
Mattis di seredana xwe ya Ewropayê da di mijara têkoşîna dijî DEAŞê da daxuyanî da rojnamegeran û bersiv da pirsan.
Mattis diyar kir ku têkoşîna dijî DEAŞê li Sûriyeyê dewam dike, hin Kurdên di nava HSDya ku PYD/PKK serkêşê wê ye da ji ber operasyonên li Efrînê "baldariya wan qels bûye" û şiqitîne Efrînê.
Mattis wiha xeberda:
"Ji xeynî vê, aniha li Efrînê rewşek heye ku dewam dike û baldariyê qels dike. Ev rewş dibe sedem ku di nava HSDyê da rêjeya wê ne diyar e, lê baldariya ji sedî 50yê wê an jî rêje dibe ji vê hindiktir an jî zêdetir be, qels belav dike, dibînin ku hevalên wan ên Kurd li Efrînê di bin êrîşê da ne ku ev yek jî dibe sedem ku baldariya wan ber bi walî bişiqite. Di hin rewşan da jî hin yekîne şiqitîn wir (Efrîn)."
Mattis herwiha diyar kir ku Tirkiye tekane welat e ku di nava sînorê wê da "serhildana biçek" dewam dike û wiha got, "Di warê sînorê Sûriyeyê da fikarên rewa yên Tirkiyeyê hene û em vê yekê bi qasî zereyekê înkar nakin."
Tê pêşbînîkirin ku Wezîrê Parastina Neteweyî Nurettîn Canikli wê di nava hefteyê da li Brukselê ligel Mattis rûnê.