DIYARBEKIR
Li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê bûyerên ku beriya hilbijartina giştî ya parlementeriyê diqewimin gef û tundiya alîgir û mensûbên rêxistina terorê ya li ser hilbijêran nîşan dide.
Li Sêrtê kuştina mixtarê gundekî, li Şirnexê kuştina du endamên HUDA PARê û li Wanê daliqandina wêneyên dîtbarî ya "lûleyên xwîn jê diherike" û îlana ku li serê "tewdîrê xwe hildin hûn natirsin?" û li Ercîşê jî pankarta "Ji bilî HDPyê hatina partiyeke din bi talûke ye û qedexe ye" dibin sedema bertekan.
Bi saya serê Pêvajoya Çareseriyê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê aramî bi cih bû û niha siyasetmedarên li wan deran in beriya hilbijartina giştî ji xebatên ku bi armanca vîna hilbijêran bi gef û tundiyê bikin bin kontrolê, tên kirin aciz in.
Namzedê serbixwe yê parlementeriyê yê Batmanê Aydin Gok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di dema xebatên hilbijartinê de welatiyên tên bal wan ji hêla HDPyiyan tên tehdîtkirin.
Gok destnîşan kir li hin xebatkarên şaredariyê yên ku naçin lokala hilbijartinê ya HDPyê gef tê kirin û wiha pê de çû: "Têlefonê xebatkarê şaredariyê dikin û dibêjin 'Em qet nabînin ku tu têyî lokalê, çima nayêyî lokalê?' bi vî şeklî tehdît dikin. Her cureyê tundî û tehdîdê disepînin. Gefa dikin. Ev jî li ser xelkê bi tesîr e. Xelk û esnaf dikeve nav şikê û ji ber vê jî li bajêr tirs û qisawet heye. Em dixwazin hilbijêr bila rihet bin û ji vê yekê jî aciz bibin. Bi şantaj û tundiyê rayxwestin û îpotek danîna li ser vîna gel ne rast e."
Aynur Olgaç Oztekîn a ku Serokê Şaxa Jinan a AK Partiyê ya Jinan e jî ragihand ku tevlî wê ve 25 jinên ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn taxekê rastî êrîşê hatin û wiha dewam kir: "Ji ber tundiyê me nikaribû xebatên xwe li wê derê dewam bikin. Bûyer ji bo ku mezin nebe me bertek nîşan neda. Wesaîteke HDPyê her tim li pey me bû û berê xortan dan me û ciwanan kevir bi me de wer kirin."
Endama Şaxa Jinan a AK Partiyê Kevser Aydin jî got ku hemd ji Xwedê re ew ji tu kesî natirsin û di dema xebatên hilbijartinê de ew jî hat tehdîtkirin.
Serokê Şaxa Diyarbekirê ya Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Vasif Kahraman jî diyar kir ku ji bilî gef û tundiyê tevgera wan kesên wek anketoran tevgerîn û ji hilbijaran dipirsîn ka hûnê raya xwe bidin kê jî rast nîne.