VAN
Wana ku bi wek "Bajarê tavê" tê binavkirin, wê bi belgefîlma "Bajarê Bêziman yê Dîrokê" va bidin nasîn.
Midûrê Çand û Tûrîzma Bajêr Muzaffer Aktug daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew danasîna Wanê da serkeftî nebûn.
Aktug got ku heke hûn bixwazin bajarek ji aliyê tûrîzmê va pêşda here û hejmara tûrîstên ku bajêr ziyaret dikin zêde bibe, danasîna bajêr pir girîng e û wiha dewam kir:
"Em beşdarî gelek fûarên navneteweyî bûn, lê ji ber ku ji aliyê dîtbariyê va danasîneke baş nehat kirin, mirov Wanê nas nakin. Em beşdarî fûarên ku li Almanya, Japonya, Îngiltere, Amerîka û Rûsyayê hatin lidarxistin bûn û me hewl da ku em bajêr bidin nasîn, lê heke hûn bajarê xwe bi dîmenên baş nedin nasîn, mirov naçin cihê ku nas nakin. Di tûrîzmê da danasîn pir girîng e."
Aktug got ku belgefîlma "Bajarê Bêziman yê Dîrokê" wê li welatên cuda cuda were weşandin û wê ji bo danasîna bajêr baş bibe.
Çêkerê Projeya Melodî Musîc Productionê Îbrahîm Yeşîlgulê ku wê belgefîlmê bikşîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku mebesta wan ew e ku Wanê bi dinyayê bidin nasîn û daxuyand ku goleke bêhampa li bajêr heye, lê bajar bi têra xwe nehatiye nasandin.
Çêker Turgay Yucel jî got ku Wan ji aliyê tûrîzmê va cihekî baş e û hem li herêmê hem li Tirkiyeyê bajarekî girîng e. Yucel got ku dilê wan heye fîlmeke bi navê "Ahtamara"yê çêbikin û dîroka Wanê tê da bidin nîşandan.