ŞANLIÛRFA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Şanliûrfayê di mitînga partiya xwe de bangî welatiyan kir.
Erdogan di axaftina xwe de wiha got: "Zilamê ku li Pensîlvanyayê ye bi xwe gotibû, ji ber ku Seîdê Nûrsî kurd e xwe jê dûr girtiye. Ev nijadperestî û ev dijminahî îro jî dewam dike. Zilamê ku li Pensîlvanyayê ye ji bo ku pirsgirêka terorê neyê çareserkirin, biratî çênebe, aramî û yekîtî pêk neyê, bi awayekî bêbext êrîşî me dike. Di vê yekê de jî CHP û MHPyê bi kar tîne û di ser wan de êrîşî me dike."
Serokwezîr Erdogan da zanîn ku ew kesên bi hebûne Seîdê Nûrsî aciz dibûn, piştî mirina wî jî rika xwe domandin û wiha pê de çû: "Qaşo ew zilamê ku li Pensîlvanyayê ye dibêje ez li ser rêya wî me, niha bi wê CHPya ku li ser heman fikra xwe ya berê ye re dimeşe. Niha ew zilamê ku li Pensîlvanyayê ye destê xwe daye CHPya ku zilm û zordariyê li Seîdê Nûrsî kiriye. Bi hev du re dafikên derbeyê amade dikin. CHPya ku rika wî ji Seîdê Nûrsî dihat, ji ber cinazeyê wî deyax nekir û cinazeyê wî jî ji Şanliûrfayê derxist. CHPya xwediyê van fikran û ew zilamê ku li Pensîlvanyayê ye, niha bi hev du re tevdigerin.
Serokwezîr axaftina xwe wiha domand:
"Pensîlvanyayê CHP û MHPyê bi awayekî xapand. Ji wan re gotin di destê me de belgeyên pir girîng hene, qeydên deng hene, dosya hene û em ê bi van belgeyan di 17ê çileya pêşîn de hikûmetê hilweşînin. Serokên Giştî yên CHP û MHPyê jî ji wan bawer kirin. Di xebatên derbeyeke wiha de ew jî bûn kutek. Mixabin hesabê wan negirt û mirazên wan di dilên wan de ma. Gel ji van dek û dolabên wan bawer nekir. Niha li meydanê mane û nizanin çi bikin. Ev herc sê hevalên hev niha dişibin sê werdekên gêj."