İbrahim Atmaca
17 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2019
SAN BARTOLOME DE PÎNARES
Li bajarokeke piçûk a Spaniyayê wek kevneşopiyeke 300 salane hesp ser agir ra derbas kirin û li gor baweriyê hesp ji xerabî û nexweşiyên ku ji hev tên hildan diparêze.
Li bajaroka San Bartolome de Pinaresê ku ji aliyê bakurê rojhilatê va 100 kîlomêtre dûrî paytext Madrîdê ye, kevneşopiya ku hespan ser agir ra derbas dikin, îsal jî rengîn derbas bû.
Di çarçoveya çalakiya ku jê ra "Las Luminarias" tê gotin da li dêrê ayîn hat çêkirin, keşîş hesp pîroz kirin û paşê li 20 cihên bajarokê bi çiloyên ter ên darên çamê va agir hat dadan û hespan ser agir ra derbas kirin.
Li gor baweriyê hesp ji xerabî û nexweşiyan safî dibin û paşê av ser agir da kirin û dû derxistin.
Serjimara bajaroka San Bartolome de Pinaresê 600 e û di salên dawîn da "Las Luminarias" bala mereqdar û wênekêşan dikşîne.
Ji aliyekî din va komeleyên mafên heywanan ên li Spaniyayê bi hinceta ku hesp zirarê dibînin kampanyan dimeşînin ku ev kevneşopî were qedexekirin. Li gor gelê bajarokê hesp herî baş bi vî hawî tên parastin.
Ev kevneşopî ji sedsala 18an maye û li gor baweriya Xiristiyanan Ezîz Antonê ku wekî parêzvanê heywanan tê qebûlkirin divê her sal di 17ê rêbendanê da were bibîranîn.