Li Bayrakliya navçeya Îzmîrê komekê rê li ber otobêsa şaredariyê girt, ajovanê wê peya kir û agir li otobêsê xist.
Komeke ji kesên rûpêçayî pêk dihat, otobêsa bi plakaya 35 CZV 93 ya ku ajovanê wê Erol Şenturk (47) bû, li sikaka 7355an a Taxa Onûrê da sekinandin.
Bersûcan ajovan şenturk ji otobêsê peya kir û molotof avêtin hundirê otobêsê. Otobês şewitî û bersûcên ku benzîn jî li otobêsê kir, ji cihê bûyerê revîn.
Ekîbên agirkujê yên ku hatin cihê bûyerê, agir vemirand; lê otobês şewitî û êdî nabe ku bê bikaranîn.
Tîmên polêsan li derdorê tewdîrên ewlehiyê hildan û li cihê bûyerê lêkolîn kirin.