Fatih Gazioğlu
16 Nîsan 2019•Rojanekirin: 16 Nîsan 2019
Wezîrê Xezîne û Darayiyê Berat Albayrak ji hêla Donald Trumpê Serokê Amerîkayê va hat qebûlkirin.
Wezîr Albayrak li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyaniyek parve kir û got ku ew ji hêla Donald Trumpê Serokê Amerîkayê va hatiye qebûlkirin û wiha got:
"Em bi Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Steve Mnuchîn û Şêwirmend Jared Kushner ra hatin bal hev. Em piranî li ser mijarên hevkariyê axivîn. Di civînên me yên Amerîkayê da Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî em qebûl kirin. Me silav û peyamên Serokomarê me gihandin wî."