02 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
MOSKOVA
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdiaya Korgeneral Stephen Townsendê DYAyî red kir ku gotibû, 'Rûsya bi şaşî bombe berî hêzên Sûriyeyê yên ku DYAyê piştgirê wan e, da'.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, cihê hêzên ku DYAyê piştgiriyê didê, ji aliyê hêzên hewayî yên Rûsya an jî Sûriyeyê ve nehatiye bombekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser îxtimala ku hêzên DYAyê piştgiriyê didê, bên bombekirin, bi DYAyê re ketine îrtibatê û ji bo qezayek dernekeve bi baldarî li ser kordînatên DYA dane wan sekinîne.
Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hêzên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê êrîş nebirine ser kordînatên ku DYAyê dane wan û li dijî DEAŞê bi DYAyê re hevkariya xwe didomînin.