02 Adar 2017•Rojanekirin: 02 Adar 2017
MÛSIL
Yek ji Fermandeyên Operasyona Rizgarkirina Mûsilê General Ebdulemîr Yarullah ragihand ku di şerê rastê Mûsilê de do 166 terorîstên DEAŞî hatine kuştin.
Yarullah, di beyannameyê de diyar kir ku do şer û pevçûneke giran di navbera hêzê Iraqê û DEAŞê de çêbûne, balafirên koalîsyonê DEAŞ bombe kirine û di encamê de 166 DEAŞî hatine kuştin.
Fermandeyê iraqî herwiha destnîşan kir ku 4 cihên bomberêjkirî, tankerek û 2 motorsiklêtên bomberêjkirî hatine îmhekirin û 25 bombeyên çandî jî hatine pûçkirin.
Yarullah di agahîdayînê de îfade kir ku li navçeya Tel Eşane 5 otomobîlên bomberêjkirî wêran kirine.
Ji aliyekî din ve ragihand ku taxa Wadî Hecer heta niha sedî 70ê wê hatiye kontrolkirin.